TAJÊ li Komelgeha Digûrê û navenda Şengalê têkildarî 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo semîner ji bo gel dan.
Di semîneran de li ser girîngiya Rêber Apo ji bo gelan, jinan û bi taybet jî civaka Êzidî hate axaftin.
Semîner li avahiya Meclisa Gel a Digûrê û ya Şengalê jî li meclîsa gel hate dayîn.
Hemû sazî û pêkhateya Meclîsa Gel a Şengalê tevlî herdu semîneran bûn.
Jinên tevlî semînera Digûrê bûn li hewşa meclisa gel bi navê hemû girseyê şitlek çandin.
Piştî çandina dar di derî de jin ji bo gel û zarokan şekrok û şîrînî dan.
Paşê Berdevka TAJÊ Riham Hico li ser wateya pîrozkirina 4’ê Nîsanê ji gel re axivî.
Riham Hico dazanîn jinên Êzidî û civak jî ji saya Rêber Apo niha bûne xwedî îradeyeke rêxistinkirî û zana bûne.
Riham Hico xwest gel bi girseyî tevlî şahiya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bibin ku wê li Xanesorê were lidarxistin.”



