PYD’ê têkildarî sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan a di bernameyeke televîzyonekê de diyar kir “Ev pratîkeke neexlaqî ye ku tenê di çarçoveya van kampanyayên dijminane yên sîstematîk de dikare were fêmkirin.”
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de îşaret bi
sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan a di bernameyeke kanala Ava TV’yê de hate kirin.
Hate gotin di demên dawîn li hember yekitiya di nava gelê Kurd de êriş tên kirin û hate gotin: “Êrişên sîstematîk ên medyayê yên ku sembolên neteweyî hedef digirin, ji hêla saziyên dijminane yên gelê Kurd ve têne birêvebirin, van kampanyayan ji navendeke yekane û bi gelek rêbazan bi rê ve dibin.”
PYD’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir: “Nimûneya dawîn a vê yekê ku ji hêla kanala Kurdî (AVA) ve hatiye kirin ku ji Hewlêrê weşanê dike ku di bernameyeke xwe de wêneyê Rêber Abdullah Ocalan tarî kir. Ev pratîkeke neexlaqî ye ku tenê di çarçoveya van kampanyayên dijminane yên sîstematîk de dikare were fêmkirin. Ev pêkanînên provokatîf û hedefgirtina sembolên neteweyî ji bilî delîlên tevlêbûna hin amûrên ragihandinê di polîtîkayên dijminane yên li dijî îradeya gelê Kurd de, tiştekî din nîn e.”
Hate diyakirin ku Rêber Abdulah Ocalan îradeya bi milyonan Kurdan temsîl dike û hate gotin: “Em Partiya Yekitiya Demokratîk vê kiryara neexlaqî û newelatparêz a wê kanalê şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji bo kiryarên xwe lêborîneke fermî ji gelê Kurd bixwaze.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Her wiha em bang li hemû saziyên ragihandinê yên kurdî dikin ku berpirsyariyên xwe yên neteweyî û dîrokî bi cih bînin, bibin dengek ji bo azadî û yekitiya Kurdan û nekevin nav polîtîkayên dijminên gelê Kurd.”



