Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kiribû, hêj didome.
Lê belê, gotinên dawî yên dewletê li ser “tespît û tomarkirina çekan” bûne sedema nîqaşên nû.
Rêber Apo li dijî vê yekê bertek nîşan da û got:
Ev niqaş dibin sedema xetimîna pêvajoyê.
Li gorî nûçeya ajansa MB, di hevdîtina dawî ya Şandeya Îmralî a Dempartiyê li Îmraliyê de, Rêber Abdullah Ocalan, nêzîkatiya dewletê rexne kir.
Dewletê diyar kir ku sererastkirinên qanûnî wê piştî tespît û tomarkirina çekan bêne kirin.
Lê Rêber Apo ev nêzîkatî bi tundî red kir û got:
Têkoşîna çekdarî bi dawî bûye û êdî veger ne pêkan e.
Gavên me avêtîn û îradeya me nîşan dayî ji xwe tespît û tescîla rewşê ye.
Rêber Apo ev helwest wekî “berovajî ruhê pêvajoyê ye” binav kir û gotiye:
Ev helwest tenê dibe sedema ku pêvajoyê dirêj û mijûl bibe.
Di heman demê de hate diyarkirin ku di nava Nîsanê de destpêka sererastkirina qanûnî tê plan kirin û heta dawiya Hezîranê divê pêk were.
Bi vê re, çav vegeriyane li ser gavên ku wê dewlet bi avêje.



