Li goristana şehîdan ya Mihemed Karasungur, bi amadebûna malbatên şehîdan û çalakvanên li sînorê Binarê Qendîlê, dar hatin çandin.
Bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê jî, 77’emîn rojbûna Rêber Apo, li ser rêya giştî ya Binarê Qendîlê 500 şitil hate çandin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan hate destpê kirin.
Bavê şehîd Serdar Rojhilat Îsmaîl Seîd axivî û got; Em îro bi boneya rojbûna Rêber Apo kombûne û me 77 dar çandin.
Em vê rojê li hemû malbatên şehîdan û gelê Kurd pîroz dikin.
Bavê şehîd Cudî Hacî Feqî Wisu jî ji ajansa mere axivî û got; Ez vê rojê li Rêber Apo û xelkê Kurdistanê pîroz dikim. Ev bîranîn, boneyeke ji bo dewamkirina têkoşîna rêbaza şehîdane.Hevserokê Meclîsa Gel a Binarê Qendîl, Aram Huseyn axivî û got: Wekî Meclîsa Gel û wek wefayek ji bo roja ji dayikbûna Rêber Apo, me dest bi çandina 500 şitilan li Binarê Qendîlê kir.
Ev çalakî bi hevkarî û piştgiriya çalakvan Amanc Cemal hat lidarxistin ku lêçûna projeyê girtiye ser milê xwe.
Amanc Cemal ku niştecihê welatê Brîtanya ye, li ser giringiya pêngavê wiha axivî:
Serok Apo wek fîlozofekî hemû temenê xwe ji bo azadiya gelê xwe terxan kir.
Ez jî wek wefayekê ji bo wê rêbazê, di vê rojê de van 500 şitilan pêşkêşî axa pîroz a Qendîlê dikim.
Amanc Cemal bang li Kurdên dîasporayê kir û got:
Wek erkek netewî û nîştimanî, di avakirin û kesk kirina axa Kurdistanê de bibin alîkar.



