Vladimir Putin û Erdogan di pêwendiyeke telefonê de, banga agirbesteke lezgîn li Rojhilata Navîn kirin.
Kremlinê destnîşan kir ku her du serokan behsa pêwîstiya gihîştina agirbesteke bilez kirin.
Kermilnê diyar kir ku wan da zanîn ku operasyonên leşkerî yên dijwar dibin sedema encamên neyînî yên cidî.
Ev jî ne tenê li ser asta herêmî, lê di heman demê de li ser asta cîhanî jî.
Her wiha bandorê li warên enerjî, bazirganî û lojîstîkê dikin.



