Mala li gundê Amarayê ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, li benda welatiyan e.
Mihrîcana ku bi boneya 77’emîn rojbûna Rêber Apo hat destpêkirin, di roja çaremîn de ye.
Welatiyên ku li Parka 4’ê Nîsanê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê kom bûn.
Dê ber bi gundê Eraxê û dû re jî ber bi gundê Amarayê yê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye ve bimeşin.
Amadekariyên bernameya ku dê li cihê jidayikbûna Abdullah Ocalan li Amarayê bê lidarxistin, temam bûn.
Li hewşa malê sehneyek hat danîn û qad bi pankart, wêneyan hat xemilandin.
Di bernameyê de dê “Koma Govendê ya Jinan” derkeve ser dikê û dû re sînevîzyonek bê nîşandan.
Di çarçoveya bernameyê de dê axaftin jî werin kirin.



