Li Îranê Hossein Ghavi yê 28 salî, ji ber îşkenceyê, jiyana xwe ji dest da.
Hossein Ghavi ji Zargan a li bakurê Ahvazê ye.
Li gorî agahiyan Ghavi beriya demekê di navenda binçavkirinê de hatibû binçavkirin.
Ew jî bi tohmeta “têkiliya bi saziyên biyanî re”.
Rayedarên îstîxbaratê di 2’yê Nîsanê de bi telefonê agahiya mirina wî dan malbata.
Der barê sedema mirina Ghavi de tu agahî bi malbatê re nehat parvekirin.
Her wisa termê Ghavi jî hîna radestî malbata wî nehatiye kirin.


