Yekineyên Parastina Gel YPG’ ê jî ji bo salvegera 5’an a şehadeta Fermandar Nûredîn Sofî daxuyaniyek da û ew bi rêzdarî bibîranî.
YPG’ê diyar kir, fermandar Nûreddîn Sofî, piştî xebat û salên dirêj li çiyayên Kurdistanê sala 2013’an vegeriya Rojava û bû pêşengê şoreşê.
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bûbû xwedî tecrûbeyên bêhempa.
Bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî û siyasî, di pêşxistina şoreşa Rojava û gihandina wê de heta roja îro de xwedî kedeke sereke ye.
YPG’ê anî ziman, rêheval Nûreddîn Sofî, çanda ji malbatê girtî, bi çanda rexistinî re gihand hevdû û di dîroka Kurdistanê de bû fermandar û kesayetek efsanewî.
Di şer de fermandarekî piralî bû.
Bi zanîna xwe ya kûr û tecrûbeyên xwe yên bêhempa, xwedî dewlemendiya taktikê bû.
Fermandar Nûreddîn Sofî, rêhevalê xeta jina azad bû.
YPG got:
“Hevalê Sofî ji bo me mîrate û xetek şoreşgerî ya mezin hişt.”
Di dawiyê de YPG’ê soz da ku, dê armanca şehîdên xwe bigihînin serkeftinê.



