Tehran di berdêla agirbesta bi (DYE) de dixwaze bernameya wê ya nukleerî bê naskirin:
Pêkanîn hemû bêne rakirin û kontrola Îranê ya li ser Hurmuzê bê qebûlkirin.
Piştî agirbesta du hefteyan detayên plana ji 10 xalan a ku Tehranê pêşkêşî Washingtonê kiriye, diyar bû.
Plana Îranê di çarçoveya peymana ji du hefteyan de ya bi DYE’yê re hate lihevkirin, kete rojevê.
Di plana Îranê de tê xwestin, karên dewlemendkirina ûranyûmê bê qebûlkirin.
Pêkanîn hemû bêne rakirin, kontrola li ser Tengava Hurmuzê bê naskirin.
Daxwaza sereke ya Tehranê: Qebûlkirina bernameya nukleerî
Plana çareseriyê ya ji 10 xalan a Îranê ku pêşkêşî DYE’yê kir.
Di berdêla bidawîkirina şer de daxwazên stratejîk ên bingehîn ên Tehranê datîne holê.
Ev daxwaz li dijî xeta Washingtonê ye ku demeke dirêj e dibêje:
“Divê karên nukleerî yên Îranê bêne bisînorkirin.”
Lê belê Serokê DYE’yê di daxuyaniya xwe ya kurt de ku têkildarî mijarê da, got:
“Ev mesele wê bi temamî çareser bibe, naxwe min qebûl nedikir”.
Pişta planê: Hurmuz, pêkanîn û serwerî
Li gorî plana ku tê gotin Tehran van tawîzan ji Washingtonê dixwaze:
Pîvana ku careke din êrişê neke qebûl bike
Kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê dewam bike
Dewlemendkirina ûranyûmê bê qebûlkirin
Pêkanînên DYE’yê hemû bêne rakirin
Ev çarçove işaretê bi wê yekê dike ku Îran ne tenê dixwaze şer bisekinîne.
Her wiha dixwaze destketiyên stratejîk, aborî û siyasî jî bi dest bixe.
Îran rewabûna siyasî jî dixwaze
Daxwazên Tehranê ne tenê têkildarî pêkanînên aboriyê ne.
Îran di heman demê de dixwaze hemû biryarên Konseya Ewlekariyê ên li dijî Îranê bêne betalkirin.
Di vê çarçoveyê de jî ev sernav derdikevin pêş:
Tazmînat ji Îranê re bê dayin
Hêzên leşkerî yên DYE’yê ji herêmê vekişin
Ne tenê li eliya Îranê, şer li hemû xetên herêmî bisekine
Bi taybetî li Başûrê Lubnanê şerê navber Hîzbûllah û Îsraîlê bi dawî bibe.



