Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî peyamek belav kir.
Mucteba Xamineyî ragihand ku ew şer naxwazin û got:
“Em dê birêvebirina Tengava Hurmizê derbasî qonaxeke nû bikin.”
Rêberê nû yê Îranê diyar kir ku ew dê ji bo wan zererên çêbûne, teqez daxwaza tazmînkirinê bikin.
Mucteba Xamineyî tekez kir ku ew dê ti carî ji mafên xwe yên rewa venekişin û got:
“Em dê birêvebirina Tengava Hurmizê derbasî qonaxeke nû bikin.”
Xamineyî bal kişand li ser wê yekê ku ew şer naxwazin.
Xamineyî rû kir cîranên xwe yên başûr û anî ziman:
“Hûn şahidiya mucîzeyekê dikin. Loma rast bibînin, rast fêm bikin û li cihê rast bisekinin.”
Rêberê Îranê beriya destpêkirina dan û standinan bangî gelê welatê xwe jî kir ku dakevin qadan û wiha li pey çû:
“Heger hûn li kolanan bin çêtir e. Bi vî awayî dê bandora we li ser encamên dan û standinan hebe.”



