Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê ragihand ku tevî agirbestê jî, lê belê li cihê cuda êrişên bi dronan li dijî çend deverên cuda yên herêmê pêk hatine.
Wezareta Hundirîn diyar kir ku tevî ragihandina agirbestê jî, lê belê duh 9’ê nîsanê li çend deverên herêma Kurdistanê êrişên bi dronan pêk hatine û hemû jî hatin xistin.
Wezaretê piştrast kir ku ew hewldanên xerabker dê wan dûrî rêya wan a piştgiriya aştiyê nexîne.
Di dauxuyaniya xwe de destnîşan kir ku herêma Kurdistanê û welatiyên xwe hêvî dikin aramî xurt bibe û rewş wekî berê vegere, lê belê hinek aliyên terorîst naxwazin ev yek pêk were û tevlîheviyan derdixin.
Wezareta Hundirîn diyar kir ku ew piştgiriyê dide aramî û ewlehiyê û armanca van êrişan rêgirtina li ber pêşxistina herêma Kurdistanê ye, lewra bang li hemû aliyan kir ku van êrişan bi dawî bikin û êrişî ewlehî û aramiya herêmê nekin.



