Li gundewarê Tirbespiyê, piştî 7 salan ji arîşeyê, lihevhatinek eşîrî di navbera pismamên ji malbata Oso de pêk hat.
Îro, li gundê Girê Berî yê bajarê Tirbespiyê di navbera pismamên ji malbata Oso de lihevhatin çêbû. Di rûniştina lihevhatinê de oldar, rûspiyên eşîran, nûnerên ji partiyên siyasî, sazî, Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn.
Sedema pirsgirêka di navbera pismaman de ew bû ku beriya 7 salan li ser nakokiyeke malbatî kesek ji malbatê bi destê pismamê xwe hatibû qetilkirin.
Di merasîma lihevanînê de axaftinên li ser girîngiya hevgirtina civakî, xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyên herêmê de, rola wan di pêkanîna ewlehî û aramiyê de nemaze ligel bûyerên li herêmê rû didin.
Axêveran spasiya Meclisa Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), şêx Ebdulmelik Îbrahîm Heqî û her kesê hewl daye ev lihevanîn bi ser bikeve kir û got xebatên wiha ji bo xurtkirina ewlehiya navxweyî pir girîng in.



