Yekîneyeke artêşa Îsraîlê berbanga îro ket gundê Hemata ê Derayê û ciwanek girt.
Li gorî agahiyan, nêzî 12 erebeyên leşkerî ket gundê Hematayê.
Di ketina gunde de artêşê bi ser malekê de girt.
Hate diyarkirin ku di serdegirtinê de ciwanek hatiye girtin.
Hêzên Îsraîlê piştî serdegirtinê û girtina ciwan, ber bi Colanê ve vekişiyan.



