Li Siwêdayê xwepêşandanek bi daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê, serbestberdana revandiyan û vekişîna hêzên hikumeta demkî ji gundan, hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Siwêdayê bi daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê, serbestberdana revandiyan û vekişîna hêzên hikumeta demkî ji gundan, li qada Kerama ya naverasta bajar xwepêşandanek li dar xist.
Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên mafên siyasî, derketina hêzên hikumeta demkî ji gundên Dêrazorê û serbestberdana dîlgirtî û revandiyan hatin vekirin.
Xwepêşandan li ser banga aliyên xwecih ên wekî Odeya Çalakiyan a Jols, saziyên olî û civakî û beşdariya nivîsgeha şêx Hikmet El Hicrî û girseyek mezin pêk hat.
Di xwepêşandanê de dadwer Şadî Murşid axivî û got ew “bazara li ser keda şehîdan red dikin û bi çareseriyên ku daxwazên xwepêşandêran bi cih neynin razî nabin”.



