Merasîma sersaxiyê ya hunermend Elî Mensûr hat lidarxistin û wek “şehîdê kedê” hat ragihandin.
Şêniyên bajarê Amûdê, Desteya Çandî û Hunerê, endamên Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo û endamên Navenda Hurî ya Çand û Hunerê ya bajarê Amûdê, partiyên siyasî yên Kurd, şêx û rûspiyên êlan sersaxî ji malbata “şehîdê kedê” Elî Mensûr Agirî re xwest.
Hunermend Elî Mensûr (60) salî 10`ê Nîsanê di encama nexweşiyê de koça dawîn kir.
Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê hunermend Elî Mensûr wek “şehîdê kedê” ragihand.Mihemed Çolî sersaxî ji malbata Elî Mensûr xwest û got mîrasa hunermend Elî Mensûr dê her tim bijî û zindî be, xeyalên wî dê pêk werin.Her wiha bi navê TEV-ÇAND’ê Sîpan Xelat axivî û got: “Gelê Kurd bi salan ji aliyê siyasî, çandî, hunerî û leşkerî ve têkoşîna hebûnê dike, da ku ziman, çanda xwe biparêze û hebûna xwe misoger bike. Her tim bi riya çand û huner dîroka gelê Kurd parastiye. Gelek hunermend ji Delîl Doxan heyanî şehîd Elî Mensûr têkoşiyan û xwe feda kirin da ku bibin dengê civakê. Karê wan ne tenê stran û lêxistina aracên muzîkê bû, ew têgihîştibûn ku huner amrazekî parastina zimanê Kurdî ye.Her wiha hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî got: “Hunermend Elî Mensûr hozanekî bi nirx bû. Di pêvajoyên ku zexta siyasî li ser gelê Kurd hebû û nirx nedidan hunerê, bû hunermend. Piştî derketina Tevgera Azadiya Kurdistan û Gerila qada çand û huner vejîn bû. Mensûr li qada hunera Kurdistanî, stêrkek bû. Ji bo moralê gel bilind bikin, stran gotin û xebatên hunerê pêşxistin. Ji zaroktiya xwe ve xebatên çand û huner dikir. Di dema rejîma Sûriyeyê de dema ku pîrozbahiyên Newrozê qedexe bûn, hunermend Elî Mensûr derdiket ser dikê û awaz digotin.”



