Navenda sereke ya Kanala NRT a li bajarê Silêmaniyê, ji aliyê çend kesan ve hate gulebarankirin.
Li gorî daxuyaniya kenalê, ragihand ku ji aliyê çend kesan ve navenda sereke ya kanala wan ya li sîteya Gundê Almanî ya li bajarê Silêmaniyê hate gulebarankirin.
Her wekî hate gotin ku, kesên kanala wan gulebarankirine di taksiyekê de bûn û piştî gulebaranê reviyane.
Heta niha nasnameya kesên êrişkar eşkere nebûye, her wiha kanalê û Tevgera Nifşê Nû têkildarî êrişî berê tiliya xwe nedaye tu aliyan.
Saziyên ewlekariyê jî heta niha têkildarî êrişê tu daxuyanî nedane.



