Li Hesekê bi serpereştiya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo lihevanîna 2 malbatên ji eşîrên Umerî û Şerbiyan, civînek hat lidarxistin. Beşdran bal kişand ser girîngiya xurtkirina hevgirtina civakî û xebata hevbeş ji bo parastina ewlehî û aramiyê.
Ji ber bûyereke trafîkê ku berî salekê rû da û bû sedema mirina kesekî, di navbera 2 malbatên ji eşîrên Umerî û Şerbiyan arîşe çêbû û salekê dewam kir.
Nivîsgeha Têkiliyan a QSDê bi beşdariya endamên Kongreya Îslama Demokratîk, Meclisa Rûspiyan a Bajarê Hesekê û partiyên siyasî, ji bo lihevanîna her du malbatan civînek li dar xist.
Civîn di konê lihevhatinê ku li taxa El Kelasa hatibû danîn, hat lidarxistin. Beşdarên civînê bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên civakî di navbera endamên civakê de. Her wiha bal kişandin ser girîngiya hevkariya hevbeş ji pêşîgirtina hewldanên têkbirina ewlehî û aramiyê an jî gurkirina pevçûnê di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de.
Di dawiya civînê de, rûspiyên her du eşîran destên hev girtin û li hev hatin.



