KCK’ê û DEM Partiyê qurbaniyên komkujiya Enfalê bi bîr anîn û gotin:
“Emê siberojeke ku gel û bawerî jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet lê bijîn, ava bikin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê qurbaniyên komkujiya Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî.
KCK’ê destnîşan kir ku ev qirkirina li dijî gelê Kurd hate kirin bêguman di wijdanê mirovahiyê de mehkûm bûye û wiha bi lêv kir:
Enfal yek ji komkujiyên herî hovane, zalimane û bi êş a dîroka mirovahiyê ye.
KCK’ê got, bi vê wesîleyê em bang dewlet û saziyên navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên li ser gelê me bêdeng nemînin, dest ji siyaseta xwe ya berjewendiyan berdin û nebin zemîna komkujiyan.
Dem Partiyê qurbaniyên komkujiya Enfalê bi bîr anî
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê bi boneya 38’emîn salvegera Enfalê daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku Komkujiya Enfalê ya ku 14’ê Nîsana 1988’an destpê kir, weke yek ji xelekên herî giran a politikaya tunekirinê ya li dijî gelê Kurde û got:
Di vê komkujiyê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, gundên wan hatin xirakirin, nasname û hebûna wan hate hedefgirtin.
Ev navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.



