Piştî 33’ê salan di navbera Îsraîl û Libnanê de, careke din danûstandin dest pêkir.
Hevdîtinên raste rast ku nûnerên Îsraîl û Libnanê tîne ba hev bi navbênkariya Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Marco Rubîo li Washîngtonê destpê kir.
Marco Rubio diyar kir ku ev civîn pir girîngin û weke fersendeke dîrokî bi nav kir.
Israîl û Libnan li ser despêkirina muzakereyan lihevkirin
Piştî civîna 2 saetan, hat ragihandin ku aliyan li ser destpêkirina muzakereyên rasterast li hev kirine.
Rubio di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev pêvajo ne tenê bi gefên li ser Îsraîlê ve,
Di heman demê de bi pirsgirêkên ku gelê Libnanê pê re rû bi rû ye ve jî girêdayî ye.
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku Îsraîl, li gel Lubnanê pabendbûna xwe ya ji bo xebatên bêçekkirina komên “terorê” û binesaziyên wan piştrast kiriye.
Lubnanê banga agirbest û tevdîrên ji bo krîza mirovî kiriye.
Hizbulah: Li Bakurê Îsraîlê 13 cih bûn armancên me
Hemwextî civînê Hizbulahê ragihand ku wan li dijî bakurê Îsraîlê êriş pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê beriya niha hişyarî dabû ku ,dibe êrişên Hizbulahê di dama civînê de zêde bibin.



