Ji ber teqîna mayînekê ya li Çiyayê Şiramî ya dikeve sînorê Hewramanê ciwanek birîndar bû.
Di saetên êvarî de li Kela Ayşe ya Çiyayê Şiramî a dikeve sînorê Gundê Geçêne ya navçeya Hewraman ya girêdayî Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê;
Mayînek ya bermahiyên şerê Îran û Iraqê bi welatiyekê ve teqiya.
Li gorî agahiyên hatin girtin, mayîn bi ciwanê bi navê Samî Qaîd yê 18 salî ve teqiya.
Samî Qaîd ji dest û rûyê xwe birîndar bûye.
Rewşa tenduristiya Samî asayî ye.



