Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed Cejna Çarşema Sor li gelê Êzidî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêkek nû ya tijî aramî û ewlehî.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi boneya Cejna Çarşema Sor (Sersala Êzidî) li ser platforma Xˊê peyamek pîrozbahiyê da.
Parêzger Cejna Çarşema Sor li gelê me yê Êizdî pîroz kir û got:
“Her sal û hemû Êzidî di xêr û xweşiyê de bin.
Bi hêviya ku ev cejn bibe destpêkek nû ya tijî aramî û ewlehî, û bila ev hevjiyan û rêzgirtina di nava me de her bimîne.
Bi daxwaza aştî û îstîqrarê ji bo hemûyan.”



