Piştî bêdengiya çend rojan ya êrişên li ser Herêma Kurdistanê, careke din bi dronan êrişî pêk hatin.
Di êrişên li ser hinek cihên li sînorên Silêmanî û Hewlêrê de, sê kes birîndar bûn.
Rêxistina CPT a Amerîkayê jî dazanîn ku ev êriş ji aliyê hêzên Îranê ve pêk hatiye.
Di êrişê de 3 kes birîndar bûne.
Ji birîndarên êrişê, Pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê Xezal Moleyî bû.
Xezal ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.
Li aliyê din hate ragihandin ku êrişa drona li Xelîfanê ya ser bi Hewlêrê hatiye bêbandorkirin.
Ajansa Rojnewsê ragihand ku bi dronan êrişî nêzîkî Kampa Azadî ya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin, hatiye kirin.



