Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê Ezedîn Ferhan eşkera kir ku tenê mazota erebeyan biha bûye, lê bihayê jenetorên embêran, firnan, beşên pîşesazî û çandiniyê nayê guhertin.
Rêveberiyê diyar kir ku ev nirx li ser bingeha mekanîzmaya yekkirina nirxê sotemeniyê li Sûriyê pêk hatiye.
Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê Ezedîn Ferhan got;
Ev biryar di çarçoveya lihevkirinên dewam ên têkildarî entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser bi hikûmeta demkî a Şamê re ye.
Her wiha teqez kir ku bihayên embêran, firne, beşên pîşesazî û çandiniyê nayên guhertin.



