YBŞ’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

YBŞ’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û şehîd bi rêzdarî bi bîr anî.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê li gelê Êzidî, dostan û her kesên ku baweriya xwe bi azadî û nirxên rûmeta mirovahiyê heye pîroz kir.

Di peyamê de hate ragihandin ku Cejna Çarşema Serê Nîsanê cejneke ku rehên xwe digihêje kûrahiya dîrokê, rê û resmeneke demkî nîne û hate gotin, “Ev cejn ispata zindî ya parastina hebûn û nasnameya gelekî berxwedêr e ku tinebûn lê dihate ferzkirin.”

YBŞ’ê diyar kir ku gelê Êzidî li gel komkujî û zordariya bi sedan salan li ser xaka xwe ma, bi bawerî û rûmeta xwe re dilsoz ma û got, “Bi vê wesîleyê em li pêşberî mezinahyia şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Weşana girêdayî

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist