Rûsya hişyarî da Tirkiyê ku ew ê şerê terorê bidomînin

Rûsya bersiv da daxwaza Erdogan a dûrketina Rûsyayê û teqez kir ku, her çendî daxuyanî hebin jî ew ê li Sûriyê şerê li dijî çeteyan berdewam bikin.

Bi nêzkbûn civîna çar-alî ya der barê Idlibê de jî, Putin dibêje ew şerê ti welatî nakin.

Erdogan herî dawî ji Rûsyayê xwestibû ku xwe ji şerê li Sûriyê bide alî, berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov jî hişyarî da Tirkiyê û got:

Ji ber çete êrîşî baregehên Rûsî li Sûriyê dikin, ew ê şerê xwe li dijî çeteyan bidomînin.

Berdevkê Rûsî Peskov diyar kir ku, Tirkiyê li gorî hevpeymana Soçî tev negeriya û sozên xwe têkildarî hilandina çeteyan bi cih neanî.

Tê payîn, ji bo rewşa Idlibê, 5 û 6ê Adarê civînek çar-alî navbera Almanya, Fransa, Tirkiye û Rûsyayê were lidarxisitn.

Her dawî Rûsya ragihandibû ew ne bi niyet e tevlî van civînan bibe, lê li gorî Peskov, belkî Putin û Erdogan li hev bicivin.

Ji aliyê xwe ve, îro Ajansa Tass a Rûsî li ser zimanê serokê welêt Putin jî ragihand ku ti niyeta wan a şer li hember ti welatî tune ye.

“Em nikarin ewlehiya balafirên Tirkiyê misoger bikin”

Navenda Lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê jî diyar kir ku “piştî rejîmê qada hewayî ya bakur û rojavayê Sûriyê girt, ew ê nikaribin ewlehiya balafirên Tirkiyê misoger bikin.

Back to top button