Dîmenên belavbûyî nîşan didin ku kesên nenas li gundewarê bajarê Dêrazorê êrişî ala Sûriyeyê kir. Der barê bûyerê de tu hûrgiliyên dîtir nehatin bidestxistin.
Çalakvanên li ser medyaya civakî dîmenek belav kir, di dîmen de tê nîşandan ku kesên nenas piştî ku ala Sûriyeyê ji stûnek li gundewarê Dêrazorê daxistin, wê diçirînin.
Di dîmen de çend kesên çekdar derdikevin ku tê texmînkirin ew girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne. Ew kesên çekdar cihê al jê hatiye daxistin dişopînin û dibînin stûnê ku ala “Heyet Tehrîr El Şam” a ku xwe di destpêka 2025ˊan de fesix kiribû nehatiye daxistin.
Heta niha aliyên eleqedar tu helwestek der barê vê yekê de nîşan nedane.
Girêdayî mijarê, Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn ragihandibû ku ciwan ala Sûriyeyê di pîrozbahia Newrozê de daxistibû girtiye û tedbîrên qanûnî girtine.



