Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re “li ber qedandinê” ye û dibe ku danûstandin di demeke nêz de jinûve dest pê bikin.
Trump di axaftina xwe ya bi Fox News re got;
Aliyê Îranê jî dixwaze li hev bike.
Diyar kir ku di nava çend rojên pêş de dibe ku hevdîtinên nû dest pê bikin û îhtimalek heye ku ev danûstandin li Pakistanê pêk werin.
Her çend hevdîtinên berê bi alîkarê serokê DYA JD Vance re bê encam mabûn jî lê agirbesta ku 8’ê Nîsanê hate ragihandin hîn jî dewam e.
DYA zexta bazirganiya ser Îranê zêde kir
Di heman demê de, Washington zexta aborî li ser Îranê zêde kir.
Amerîka îdia dike ku bazirganiya Îranê ya deryayî bi giranîhatiye astengkirin.
ser asta navneteweyî jî, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bang li aliyan kir ku vegerin ser masaya danûstandinê.
Di heman demê de Wezîrê Karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov diyar kir ku ew amade ye valahiya enerjiyê ya ku ji ber şer derketiye holê dagire.



