Di çarçoveya hewldanên Îslamabadê yên navbeynkariya navbera Amerîka û Îranê de, Fermandarê artêşa Pakistanê bi serokatiya şandeyek hikûmetê ya payebilind gihişt Tehranê.
Fermandarê artêşa Pakistanê general Asim Munîr bi serokatiya şandeyek payebilind ku Wezîrê Karên Hindir Muhsin Neqwî jî di nav de gihişt Îranê.
Di çarçoveya hewldanên Pakistanê yên berdewam ên navbeynkariya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de şandeyek serdana Îranê kir.
Artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de anî ziman ku armanc ji vê serdanê nêzîkirina nêrînên her du aliyan.
Li gorî raporên ragihandinê, şandeyê peyama Washingtonê ji Tehranê re hilgirtiye û wê prosedûrên girêdayî gera duyemîn a danûstandinan nîqaş bikin.



