Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Libnanê de guherîneke mezin dê çêbibe.
Li gorî daxuyaniya Trump, serokên her du welatan dê piştî 34 salan dest bi gotûbêjan bikin.
Ev yek di demekê de ye ku Washingtonê mazûvaniya civîneke sêalî ya asta bilind kir.
Armanca vê civînê bidawîkirina şer û bandora Îranê ya li Libnanê ye.
Donald Trump doh li ser tora civakî Truth Socialê daxuyaniyek da û got:
“Em hewl didin hinekî bêhnê bidin rewşa navbera Îsraîl û Libnanê.”
Koşka Spî: Dan û standinên bi Îranê re berhemdar in
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di konferanseke rojnamegeriyê de daxuyanî dan.
Leavittê nûçeyên ku digotin wan bi awayekî fermî daxwaza dirêjkirina agirbestê ji Îranê kiriye derewandin.
Leavittê got, îro min hinek nûçe dîtin ku em bi awayekî fermî daxwaza dirêjkirina agirbestê dikin.
Ev ne rast e. Niha em bi awayekî dijwar van dan û standinan didomînin.
Hevdîtin bi awayekî berhemdar didomin.”
Netanyahu mercên xwe yên ji bo peymana bi Îranê re eşkere kirin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo peymaneke gengaz hinek merc rêz kirin.
Netanyahu di daxuyaniya xwe de li ser êrişên li başûrê Libnan û Sûriyeyê û dan û standinên bi Îranê re peyivî.
Netanyahu li ser dan û standinên bi Îranê re yên ku bi navbeynkariya Pakistanê tên kirin got:
“Hevpeymanên me yên Amerîkayî me bi berdewamî li ser pêwendiyên bi Îranê re agahdar dikin.”



