Bi daxwaza ku rewşa debarê, aborî û dadmendî li welat werin başkirin, sibe li Şamê xwepêşandek bi navê “Qanûn û Rûmet” tê lidarxistin û banga tevlêbûnê hat kirin.
Çalakvan dê sibe (17 Nîsan 2026) saet di 14.00’an de xwepêşandekê li Qada Yûsif El Ezma ya bajarê Şamê li dar bixin.
Çalakvanan di belavokekê de bang li şêniyan kir ku beşdarî xwepêşandanê bibin. Xwepêşandan dê bi navê “Qanûn û Rûmet” pêk were û ev daxwaz hatin rêzkirin:
- Her zêdebûna nû ya biha, xerc û tarîfan berî sererastkirina mûçeyan tên rakirin.
- Fatoreyên ceyran, av, sotemenî û veguhastinê li gorî hêza kirînê ya welatiyan, ne li gorî mentiqa berhevkirina dahatan, li ber çavan werin girtin.
- Rê li ber keysbaziyê û lîstina bi buhayan were girtin û welatî ji krîza bilindbûna buhayan werin parastin.
- Xizmetên giştî yên sereke; av, ceyran, tenduristî, perwerde û nan werin parastin. Taybetkirina wan an firotina wan bêyî lêkolîn û hesabpirsîn û şefafiyetê were redkirin.
- Lênihêrîna tenduristiyê ya bi kalîte, perwerde û karê baş bi rêya baştirkirina mûçeyan were mîsogerkirin û piştgirîkirina hilberîna herêmî, pîşeyên serbixwe û karsaziyên biçûk û navîn were kirin.
- Divê dawî li nepotîzmê û kaosa dadweriyên hevbeş were anîn.
- Divê ji bo kesên kêmdahat, teqawîdbûyî, kal û pîr û malbatên herî hewcedar toreke ewlehiya civakî ya dadperwer were avakirin.
- Divê mafên takekesî û giştî, azadî û mafên destûrî neyên binpêkirin.
- Divê biryarên neheq û ku cudakariyê di navbera herêman de de çêdikin û dabeşbûna li ser bingehê mezhebî pêş dixin, werin îbtalkirin.
- Divê karmend li ser bingeha asta jêhatîbûna wan werin tayînkirin.
- Divê meclisên xwecih ku berjewendiyên welatiyan temsîl dikin werin hilbijartin û rayeyên wan werin zêdekirin. Divê rayeyên parêzgaran werin kêmkirin.
- Divê parêzer ji şêniyên bajar bin û bi pakbûn û jêhatîbûna xwe di nava xelkê de hatibin naskirin.
- Divê dozên derxistina keyfî yên karmendên sektora giştî ji kar careke din werin nirxandin û kesên ku di sûcên rejîma berê de beşdar nebûne, vegerînin kar.
- Redkirina desteserkirina erd û milkan.
- Divê hikumeta veguhêz rola xwe di aktîvkirina rêgeha edaleta veguhêz de bi cih bîne û amadekariyan ji bo pêvajoya siyasî bike.
- Divê di dayîna birayran de rêgeza şefafiyetê esas were girtin.
- Divê hilbijartinên azad ên sendîqe û odeyên aborî werin çêkirin.
- Divê dadgeheke serbixwe, pak û şefaf were avakirin.
- Divê piştgiriya pîşesaz û bazarên sûriyeyî were kirin.



