Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nasnameya şervanê xwe Seîd Tolhildan yê ji Bakurê Kurdistanê eşkere kiribû.
Li Şirnexê tevî parlamenterên DEM Partî, bi sedan kes berê xwe dan mala şehîd û ji malbatê re sersaxî xwestin.
Şervanê QSD’ê mihemed Emîn Akman binasnav Seîd Tohildan 21’ê Sibata 2019’an li bajarê Kobanê di encama teqînekê de şehîd bûbû.
Şîna ku li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezex a Şirnexê hat danîn:
Nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî serdanê bûn.
“Parastina Rojavayê erka me hemûyan e”
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê jî diyar kir ku Kobanê ji bo hemû mirovahiyê hêvî ye û got:
“Saîd Tolhildan yek ji wan kesan bû ku ev hêvî mezin kir.
Îro, parastina Rojavayê erka me hemûyan e.”
Halîme Akmanê, dayika Mehmet Emîn Akman jî got:
“Ez hêvî dikim ku ev a dawî be.
Ez ê hewl bidim hêjayî kenê ezîzê xwe bim.”



