Îro, Hêzên Amerîkayê bi temamî ji baregeha Qesirikê ya li rojavayê Kurdistanê derketin.
Hikûmeta demkî ya Sûriyê jî ragihand ku firqeya 60’î derbasî wê baregehê bû.
Hêzên Amerîkayê ji bargehê ber bi sînorê Iraqê ve bi rê ketin û ew dever bi temamî vala kirin.
Hikûmeta demkî ya Sûriyê jî ragihand ku êdî ew baregeh ket bin kontrola wan.
Her wekî eşkere kir ku bi vê re 4 baregehên berê yên Amerîkayê di destê wan de ye.
Ew jî baregeha Qesrik, Xirab Cîr a Rimêlan, Şedadê û Tenefê ya li ser sînorê Iraq û Urdinê ne.
Ev baregehên ku Amerîkayê tê de bûn, ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dihatin bikaranîn.
Hevdemî şerê bi Îranê re, ew baregeh hatin valakirin.



