Îro li Stenbolê, Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî “TEV-KOM”ê hat damezirandin.
Tevgerê îro bi danezanekê damezirandina xwe li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Maltepeyê ya Stenbolê ragihand.
Di danezanê de tê gotin ku ew wekî xwendekar û ciwanên ku li zanîngehên Kurdistan û Tirkiyê hatine bav hev, parastin û pêşxistina ziman û çanda gelê Kurd wek berpirsiyariyeke dîrokî û civakî dibînin.
Bi gotina wan, ev danezan li dijî siyaseta bişaftina sistematîk a ku li ser bîr, ziman û nasnameyê tê meşandin e.
Her wekî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku ji zanîngehan dest pê bikin û li hemû qadên giştî hebûn û xwebûna zimanê Kurdî xurtir bikin.
Di danezanên de got ku ew daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê dikin, çimkî eger zimanê dayîkê li qada giştî û akademîk cih negire, dê wekhevî tune be.
Xwendekaran 3 daxwaz li dû hev rêz kirin.
* Zimanê Kurdî li zanîngehan ne tenê dersa bijarte be, bibe qadeke akademîk a bihêz û domdar
* Perwerdeya bi zimanê dayikê di hemû astên perwerdehiyê û di qadên hilberîna akademîk de were bicîhkirin
* Zimanê Kurdî bi misogerkirina hiquqî azad bibe , di hemû xizmetên giştî de bibe bingeh.



