Desteya Hevrêziya Neteweyî ya Guhertina Demokratîk li Sûriyeyên êrişa li dijî xwepêşandanên Şamê red kir.
Heyet El Tensîq derbarê xwepêşandanên 17’ê Nîsanê, li paytext Şamê hat lidarxistin, daxuyaniyek weşand.
Desteyê diyar kir ku çalakvan di dema çalakiya xwe ya aştiyane de rastî “êriş û lêdanê” hatin .
Desteyê piştgiriya xwe ji bo azadiya çalakiya siyasî û derbirîna aştiyane anî ziman û got:
Tiştê qewimî “li dijî dirûşmeyên şoreşa Sûriyeyê ne”, bi taybet dirûşmeya ” gelê Sûriyeyê yek e”.
Her wiha desteyê banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya berfireh bi beşdariyeke berfireh kir.
Ew jî ji bo danîna bingehên “peymaneke civakî ya nû” ya li ser bingeha azadî, edalet û serweriya hiqûqê.



