Kongreya Îslama Demokratîk li bajarê Qamişlo panelek li darxist.
Panel di çarçoveya xebatê wê yên ji bo pêşxistina hevgirtina civakî û xurtkirina têkiliyên mirovî li ser bingehên hevbeş de bû.
Panel bi dirûşma ” Em ê bi hevre civakek demokratîk û hevgirtî ava bikin ” pêk hat.
Li wir kesê ku axivîn gotin;
Ji bo em civakeke hevgirtî û demokratîk ava bikin, divê em vegerin eslê xwe û baweriya me bi pirrengiya etnîk û neteweyî hebe.
Her wekî dan zanîn ku desthilatdaran civak parçe kiriye û hewl didin fitneyê bixin navbera pêkhateyên Sûriyê de.
Ji bo wê bang li melayên mizgeftan kirin ku civakê perwerde bikin, destûrê nedin ku zimanê nefretê bi kar bînin û provokasyon çêbin.



