Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê welatiyekî Kurd dema ku ji Efrîn ber bi Helebê ve diçû revand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku roja Pêncşemê, welatiyê Kurd hat revandin.
Welatiyê Kurd navê xwe Ridwan Arselan Bekir, 55 salî ye, dema ku ji Efrîn ber bi Helebê ve diçû hat revandin.
Bekir, bi eslê xwe ji gundê Qotanê ya navçeya Bilbilê ye, li Efrîn dijî û xwediyê firoşgehek parçeyên otomobîlan e.
Ew li ser rê hate revandin û birin baregeheke li herêma Ezazê.
Hat diyar kir ku Bekir hîna girtî ye û sedemên girtina wî nehatine zelalkirin.



