YNK bersivek tund da ENKS’ê.
YNK’ê têkildarî helwesta ENKS’ê ya derbarê erka Serokkomariya Iraqê ne rewa pênase kiribû daxuyaniyek da.
YNK’ê got , hûn nikarin dubendiyê bixin nava parçeyên Kurdistanê.
YNK’ê ji bo ENKS’ê got ku şert û merc hatine guherîn.
Hatine û bi eşkere li gorî daxwazên hinek din êrişî sembolên YNK’ê dikin.
Bêrêziyê li hemberî Serokkomarê Iraq a Federal dikin.
Dixwazin fitne û parçebûnê bixin nava pêkhateyên Iraqê û Herêma Kurdistanê.
YNK ji bo ENKS’ê: Hûn nikarin dubendiyê bixin nava parçeyên Kurdistanê
Di dewamê de YNK’ê diyar kir ku pirsa Serokkomar pirseke navxwe ya Iraqê ye.
Her wekî diyar kir ku ti têkiliya ENKS’ê bi vê mijarê ve nîne û got:
“Li gorî yasaya navdewletî ya taybet bi pirsa penaberan, rê qet ji bo we nayê dayîn .”
Herî dawî YNK’ê got:
“Li ti welat û cîhanê rê ji bo wê nehatiye dayîn ku koçber û penaber bibin xwedî hêzên çekdar.
Eger hûn bizanin ku gelê Kurd çawa li we dinêre, hûnê peyva kirêgir li dijî hêzeke welatparêz bikar neînin.
Şîret li we dikin ku dev ji vê bêrêziyê berdin, wê rastiyê fam bikin ku weke penaber nêzîkî we dibin.



