Li gundewarê başûrê bajarê Humsê, welatiyek bi guleya çekdarên nenas hat kuştin.
Her wiha 2 ciwan jî hatin revandin.
Çekdarên nenas 3 gule berdan welatiyê bi navê Heyder Yûnis Mistefa yê 50 salî.
Heyder Yûnis dema ku ew di otomobîla xwe de bû gule lê hat barandin .
Di encamê de jiyana xwe ji dest da. Êrişkar jî reviyan cihekî nediyar.
Ev ne bûyera yekem e ku ev malbat rastê tê.
Di nava salekê de 3 endamên malbatê di rewşên bi guman de hatine kuştin.
Li Humsê 2 ciwan hatin revandin
Li herêma Wadî El Nesara jî li gundewarê Humsê 2 ciwan ji hêla kesên nenas ve hatin revandin.
Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku ji bo eşkerekirina bûyerê tedbîrên lezgîn bigirin .



