Koordînasyona Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê pêşmergeyên jin ên ku li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne bi bîr anîn û li dijî êrişan banga hevgirtinê li gelê Kurd kir.
Koordînasyona Kongra Star diyar ir ku ev êriş ne tenê leşkerî ne, di heman demê de êrişên li dijî îradeya jinan, civakê û yêkbûyîna gelê Kurd e.
Kongra Star got, jinên ku dixwazin jiyana xwe ya bi rûmet û civaka xwe biparêzin bi zanebûn tên hedefkirin.
Ev êriş li hemberî hewldana yekitiya gelê Kurd û lawazkirina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye.
Kongra Star diyar kir ku nêzîkatiye li hemer jina peşmerge şehîd Xezal di wijdana gelê Kurd de birînên kûr vekirine. Rêbazên bi vî rengî ne-tenê şermeke civakî ye, di heman demê de ezmûneke wijdanî ya mirovatiyê ye.
https://hawarnews.com/kr/kongra-star-pesmergeyen-jin-en-sehid-bi-bir-anin
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê jî neqebûlkirina cenazeyê şehîd Xezal Mewlan ji aliyê nexwexşaneyê ve şermezar kir û got,
Ev nêzîkatî binpêkirina rêgezên wekhevî û rûmeta mirovahiyê ye, heman demê li dijî nirxên welatparêziyê yê gelê Kurd e ku rêzê li rola jinên berxwedêr û têkoşer digre.
Hat desntîşankirin ku pêşwazînekirina cenazeyan bêrêzî û şermek civakî ye.



