Tevî agirbesta bi Libnanê re, Îsraîlê ferman da artêşa xwe ku “bi tevahî hêzê bersiv bide” her êrişekê.
Hizbullah li pêşberî vê gefê bêdeng nema.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku her çendî agirbesta li Libnanê di meryetê de jî be, ferman hatiye dayîn ku artêşa Îsraîlê “bi tevahî hêzê bikar bîne”.
Her êrişeke li ser hêzên Îsraîlê wê di bejahî û asmanî de rastî bersivek tund were.
Katz diyar kir ku ev biryar bi Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu re bi awayekî hevbeşî hatiye girtin.
Her wiha hate gotin, hin gundên li sînorê welat ku ji aliyê Hizbullahê ve tê bikaranîn wê werin armanckirin.
Hizbullah bi tundî bersiv da Îsraîlê: Ew ê yekalî nebe
Ev peyam û gef ji aliyê Hizbulahê ve bê bersiv neman.
Lîderê Hizbullah Naim Qassem diyar kir ku agirbest nikare yekalî be û ragihand ku ew ê li dijî êrîşên Îsraîlê bersiv bidin.
Li parîsê lûtkeya Krîtîk: Macron wê serokwezîrê Libnanê pêşwazî bike
Li kêleka van aloziyan jî tevgerên dîplomatîk jî zêde bûne.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron wê li Parîsê bi Serokwezîrê Libnanê Newaf Salam re hevdîtinek krîtîk bike.



