Şêniyên bajarên Qamişlo û Tirbespiyê êrişa li dijî ala Kurd şermezar kirin û xwestin hesab ji berpirsên vê êrişî were pirsîn.
Duh kesê bi navê Hisên El Hiso li nêzî çerxerêya Zorê ya bajarê Qamişloyê gule avêtin ala Kurdî. Gel li hemberî vê yekê bertekên tund nîşan da.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê der barê bêrêziya li hember ala kurdî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûne malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û şêniyên bajar hat dayîn.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubeyt Etê bi zimanê erebî û endama meclisê Lîloz Xelîl bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişa li ser ala kurdî bûyerek ji rêzê nine, lê wekê êrişeke rasterast li nirxên bi hezaran şehîdan hat binavkijrin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ala kurdî ne tenê semboleke neteweyî, lê fedekariyên bi hezaran şehîdên ku canê xwe ji bo parastina nirxên azadiyê dane, nîşan dide û bêrêziya li hemberî alê binpêkirina hurmeta wan e.
Hate gotin, êriş di heman demê de bi armanca derxistina tevliheviyê û têkbirina nirxên jiyana hevbeş e.
Di daxuyaniyê de bang li hêzn Asayîşê hat kirin ku cezayên tund bide kesên li pey van êrişan da ku careke din dûbare nebin.
Meclisê di dawiya daxuyaniyê de soza parastina nirxên şehîdan da û got, dê ala kurdî bi keda şehîdan û berxwedanaw gel li ba bimîne.
Li bajarê Tirbespiyê jî îro bi dehan şênî û endamên Malbatên Şehîdan li pêşiye avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kom bûn û êrişa li hemberî ala kurdî, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Daxuyanî ji hêla endama Însiyatîfê Gel a bajarê Tirbespiyê Munteha Mehmûd ve hat xwendin.
Munteha Mehmûd êrişên li dijî sembolên kurdî şermezar kirin û got, sembolên kurdî bi xwîna hezaran şehîdan hatiye damezrandin. Bang li tevahî gelê Kurd kir ku xwedî li destekeftiyên şehîdan bi dest xistine derkevin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişa li hemberî ala kurdî tê wateya êrişa li tevahî gelê Kurd û ev bang hat kirin “Dem hatiye ku rê li pêş van kiriyaran werin girtin. Dem dema ku em li destek bin û yekitiya xwe çêkin, da ku li hemberî êrişan helwesta me yek û diyar be. “



