Komeke rûspî, şêx û rewşebîrên Efrînê derheqê sepandina biryarên li dijî mafên şêniyên resen de nîgeraniya xwe nîşan da û hişyarî da ku ev gav û biryarên bi vî rengî dê encamên xerab ên li dijî aştiya civakî û yekîtiya civakê bi xwe re bîne.
Di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku aramiya rast li Efrînê bêyî vegerandina mafên şêniyên resen û rêgirtina li hemberî destdirêjiya li milkan, pêk nayê.
Her wekî piştrast kir ku pêdivî bi vegera koçberan ji warê xwe re heye û gerek xebat bê kirin da ku ewlehiya wan misoger bibe.
Kesên li ser daxuyaniyê îmze kir xwest ku xanî û milkên xelkê Efrînê li wan vegere û radestî xwediyên wan ên rewa bên kirin.



