Li ser asta Sûriyê, şampyona Badmîntonê ji bo temenên kêmî 11-13-15 saliyê pêk hat û parêzgeha Hesekê jî beşdarî wê bû.
Tîma Serdem nûnertiya Hesekê di wê şampyonê de kir û karîbû 3 madalyayên zêr û 2 yên bronz bi dest bixîne.
Bi vî awayî, tîma Serdem di çampyonê de ya serkeftî derket.
Matçên şampyonê li hola “El-Şurta” ya Şamê 4 rojan li dû hev hat lidarxistin.
Ji tîma Serdem, kêmî 15 saliyê, 2 lîstikvanan asta yekem û yekê jî asta duyem.
Kêmî 13 saliyê, asta duyem û sêyem bi destxistin
Her wekî kêmî 11 saliyê, astên yekem û duyem qezenc kirin.
Bi vî rengî, lîstikvanên tîma Serdemê, ji 6’an, 3 madalyayên bi dest xistin û 2 jî yên bronz.
Her wekî tîma Şurta 2 yên zêr û Lazqiyê jî 1 bi dest xistin.



