Îro, dergehê Sêmalka yê sînorî biryarek belav kir û eşkere kir ku çi kesê ne sûriyayî û derbasî Sûriyê bibe, dê “Visa” ji bo wan were dayîn.
Piştî lihevkirina QSD’ê û Şamê, hinek rêkarên li ser dergehên sînorî hatin guhertin, yek ji wan jî Sêmalka ye.
Li gor biryara dawiyê, çi kesê ne sûriyayî û derbasî Sûriyê bibe, dê “Visa” bo wan were dayîn.
Li gor biryarê, kesên ku di dergehê Siwêdiyê re jî derbas dibe, divê ji sibe roja duşemê ve, êdî serêdana Dergeha Sêmalka bike da ku rêkarên derbasbûnê temam bikin.



