Ajansa nûçeyan a Îranê “IRNA” diyar kir ku raporên ku li ser lidarxistina gera 2’an a danûstandinan li Îslamabadê belav dibin derew in.
Ajansê got, ji ber ku rêveçûna danûstandinan hîn jî bi astengiyên ku rê li ber pêşveçûnê digirin re rû bi rû ye.
IRNA da zanîn ku daxwazên zêde yên Amerîkî, şertên nerealîst, guhertinên dubare yên helwestan û daxuyaniyên nakok, berdewama binpêkirina agirbestê di çarçoveya dorpêça deryayî de û xîtabên gefxwarinê hemû faktor in ku heya niha pêşketina danûstandinan asteng kirine.
Her werkî destnîşan kir ku bi van şert û mercan re, tu nîşaneyên bidestxistina encamên berbiçav nîn in.
Di dawiyê de IRNA’yê, Amerîka bi zêdekirina “çîrokên medyayî” tawanbar kir.



