Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku şêniyên gundewarê Dêrazorê, ji ber nebûna derfetên kar çalakiyek organîze kir.
Çalakî li ber navenda Sadcop a herêma El Meamel a bakurê bajêr hat lidarxistin.
Xwepêşandêran nerazîbûna xwe li hember berdewama çûyîna tankerên petrolê barkirî yên ji herêmê ber bi hundirê Sûriyeyê ve anîn ziman,
Ku di heman demê de jî şênî di şert û mercên aborî yên dijwar de dijîn.
SOHRˊê da zanîn ku xwepêşandêran ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest ku bi berpirsiyariyên xwe li hember xelkê herêmê rabe,
Derfetên kar û projeyên aborî û geşepêdana rasteqîn peyda bike.



