Ciwanekî Kurd ê li ber bidarvekirinê, ji zindana Urmiyê nameyek şand.
Nasir Bekirzade ê 26 salî got: bi hawara min ve werin.
Nasir Bekirzade dibêje, dibe ev nameya min a dawî be.
Dê û bavê min ji roja girtina min, her roj dimirin û zindî dibin.
Berî ez werim girtin, diviyabû biçim xwazigîniyê.
Ez nizanim, piştî cezayê bidarvekirina min, çawa telefonî wê bikim û bêjim ez ê bê bidarvekirin.
Nasir çîroka xwe didomîne û got:
2’ê kanûna 2024’an hatim girtin.
Êşkenceyeke derûnî ya giran li min hat kirin.
Wê çaxê, bêyî tu belgeyekê, hema cezayê bidarvekirinê li min hat birîn.
3 caran ev ceza ketiye ber lêkolînê, lê dîsa hatiye qebûlkirin.
Ciwanê Kurd dibêje, darvekirinê ez kuştim. Ez parçe parçe kiri,.
Îro dora min e, sieb dora kesekî din e.
Nasirbekirzade bangê dike:
Ez ji hevwelatiyên ezîz, ji Kurdên mêrxas ên li hundir û li her derê cîhanê, ji mamosteyên olî ku ez bi xwe feqiyê berdestê wan bûm, tika dikim ku bibin dengê min ê fetisandî. Dengê min bigihînin tevahiya dinyayê.
Di dawiyê de got: sûcê min ê herî mezin, kurdbûna min e.
Bi hawara min ve werin.
Ez ne yê yekem û ne jî yê dawiyê me.



