Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rihê Newrozê xwest qadên 1’ê Gulana 2026’an tejî bibin û got:
1’ê Gulanê dikare bibe rojeke dîrokî ku îradeya hevpar a têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê nîşan bide.
KCK’ê serdema heyî wekî “dema gelan” pênase kir û diyar kir ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê diguherin û têkoşîna hevpar a gelan niha faktora diyarker e.
Her wekî bal kişand ser wê rastiyê ku gelê Kurd di salên dawî de bûye hêzek siyasî û civakî ya girînge.
Ji KCK’ê banga 1’ê Gulanê: Ji bo azadî û demokrasiyê fersendek dîrokî ye
KCK’ê îşaret bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an kir û wiha got:
Ev nexşerêyeke girîng a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê ye.
KCK’ê diyar kir ku 1’ê Gulana 2026’an dikare bibe rojeke dîrokî ku îradeya hevpar a têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê nîşan bide.
KCK’ê bang kir: Bi ruhê Newrozê 1’ê Gulanê pêşwazî bikin
Daxuyanî bi bangek ji bo hemû beşên civakê hat kirin ku bi ruhê Newrozê qadên 1’ê Gulanê tijî bikin û li dora armanca civakeke demokratîk bibin yek.



