Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk aloziya Sûrî kûr û dirêj dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker aktorek xeter li ser yekitî û pêşeroja Sûriyê ye.

Rêveberiyê diyar kir ku divê li dijî Tirkiyê xebateke hevpar were meşandin û planên wê werin teşhîrkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagiker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiya xweser dirêjkirin û kurkirina aloziya sûrî bi nepeydakirina asoyên çareseriya siyasî ve girêda.

Rêvberiya xweser diyar kir ku aktorên ku temenê aloziya sûriyê dirêj dikin Rejîma Sûrî û dewleta tirk a dagirkere ji ber ku bijarteya leşkerî esasê çareseriyê dibînin.

Rêveberiya Xweser: Divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêm werin derxistin

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got:

Bi hebûna Tirkiyê ne pêkan e ku çareserî pêk were.

Herêmên ku dewleta tirk dagirkirine aktora destekdayîna bi komên terorîst re ye, ji ber vê yekê bi dawî kirina dagirkeriya dewleta tirk wê Sûriyê ber bi çareseriyê ve biçe.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniaya xwe de şerê dewleta tirk li Idlibê bi hewldanên dagirkeriyê bi nav kir û teqez kir ku Erdogan kaxeza penberên Sûrî ji bo şenajkirina cîhanê û qezenckrina pereyan bi kar tîne .

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk akoreke xeter li ser yekîtî û pêşeroja Sûrî ye

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî piştrast kir ku dewleta Tirk bi aktoreke xeter li ser yekitî û pêşeroja Sûriyê binav kir û wiha bi dawî kir:

Divê xebateke hevpar ji bo bi dawî kirin dagirkeriya dewelta tirk were meşand, bi taybet nemaze planên di bin navê dosyaya penaberan û destekda mirovî û medenî werin eşkerekirin.

Back to top button