Kalê bi navê Ehmed Xidir El Elo û hevjîna wî piştî salên ji koçberiyê vegeriyan gundê Til El Werid ê Zirganê, lê dîtin ku mala wan û malên zarokên wan bûne kavil.
Tevî nebûna xizmetguzariyê û hebûna mayînan jî, ew bi hêviya ji nû ve avakirina gundê xwe yê wêrankirî ve girêdayî ne.
Piştî rojek dirêj a xebatê di nav mala wêrankirî de, Ehmed Xidir El Elo bi hevjîna xwe re li gundê Til El Werid ê başûrê Zirganê li ber odeyek nû ya ji kerpîçên heriyê çêkiriye rûniştin,
Bi bêdengiya giran li wêraniya li derdora xwe dinêrin.
Dîmena li ber çavên wan dijwar e, li ku derê dinêrin, tenê kavilên malên wêrankirî dibînin.
Di nav de mala wî û yên zarokên wî jî hene.
Niha, ji ber wêrankirinê ew mal bûne kavil û toz, şahidên bêdengiyên salên windabûn, koçberî û êşê ne.



